Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hatin şandin

Rêxistina HDP’ê ji herêma Egeyê heta niha 31 TIR alîkarî di navde 51 wesayît alîkarî şandine herêmên erdhejê.
Şêniyên gundên Mereşê jî diyar kirin ku ew ji erdhejê xilas bûn, lê ji birçî û tîna mirin.

Piştî erdheja 6 Sibatê, HDP’ê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir û li hemû navçe û bajarên ku xwe lê birêxistin kiriye, kampanyaya piştevaniyê da destpêkirin.

Ji 7’ê sibatê ve ji Antalya û bajarên Egeyê 31 TIR di nav de, 51 erebeyên alîkariyê ji bo herêmên erdhejê hatin şandin.

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Îdîl Ûgûrlû derbarê mijarê de axivî û bal kişand ser xebatên piştevaniyê û diyar kir ku dewlet neçûye gelek deverên erdhejê.

Şêniyên gundên Mereşê bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man

Li aliyek din jî di roja ewil a erdheja Mereşê de peywendiya tevahiya navçe û gundên Elbistana Mereşê bi yek carê de qut bû.

Yek ji van gundên dûr jî gundê Atmali Kaşanli ye ku li ser sînorê Meletiyê ye.

Ji şêniyên gund Hatîce Karadag dibêje:

“Di erdhejê de mala me herifî û ez bi zorê ji nava kavilan hatim derxistin.

Ne tiştekî xwarinê û ne jî av hebû, heta niha jî ez ji destê xwe birîndarim.”

Ji şêniyan Besîme Karadag jî axivî û anî ziman ku ew li garaja wesayîtan dimînin û got:

“Rewşa me pir nebaş e..

Şêniyên gund Huseyîn Gulmez jî anî ziman ku tevahiya avahiyên kevin ên taxê herifîne û got:

“Li gundê me bi sedan Pez mirin, piştî çend rojan alîkarî gihişt ber destê me.

Di mijara konan de jî pirsgirêka me hêj didome.”

Ji heman taxê Mûstafa Dudu jî destnîşan kir ku Ka û Êmê pez di bin kavilan de maye û nikarin sewalên xwe xwedî bikin û got:

“Dewlet nehate vê derê û pirsgirêka me ya herî mezin jî birçîbûne .”

Elîf Taşar jî diyar kir ku ew bi saya kesên dilxwaz xwe li ser lingan digrin:

“Berf, zivistan û erdhej bi hev re hatin.

Bi rojan em li bendê bûn ku kesek bi hawara me ve bê.

Heke kesên dilxwaz nehatana, halê me ne çi hal bû û em ê ji birçîna bimrana.”

Back to top button