Rêjeya avê li bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neguheriye

Nivîsgeha Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa dawîn a Bendava Rojava û Firatê û rêjeya avê, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Rayedarên bendavan eşkere kirin ku tevî erdheja heye jî qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve dewam dike.

Rayedarên bendavan ku li qenaya têketina Bendava Rojava (Tişrînê) daxuyanî dan gotin:

J ber erdheja 6’ê Sibatê tu guhartin di rêjeya ava her du bendavan de çênebûye.

Îdiayên li ser zêdebûna rêjeya avê li çemê Firatê û berdana avê ji aliyê dewleta Tirk ve, ne rastin.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber erdhejê tu xisar bi bendavan nebû û wiha hat gotin:

“Ger aliyê Tirkiyê di qutkirina avê de dewam be, dê bendav ji xizmetê derkeve.”

Rayedaran bal kişandin ser rewşa avê, elektrîk û binesaziya bendavan û ev tişt anîn ziman:

Rewşa elektrîkê li gorî rêjeya avê ye, bendav bi awayekî pir kêm dixebitin.

Bendavên Firat û Tişrînê bi hev re rojane nêzî 125 MW elektrîkê didin û 2 saetan li tevahî herêmê tê belavkirin.

Ger rewş wiha bimîne, wê herdû seatan jî elektirîk neyê peydakirin.

Back to top button