MSD: Divê Kurd ji cihên xwe yên resen neyên koçberkirin

MSD′ê siyaseta guhartina demografiyê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdên li bakur rojavayê Sûriyeyê piştî erdhejê dimeşîne şermezar kir û diyar kir divê Kurd ji cihên xwe yên resen neyên koçberkirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî siyasetên guhartina demografîk ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan dimeşîne, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hat kişand ser astengkirina alîkariyên rêveberiya xweser û wiha hat gotin:

“Komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker qedexe kir ku alîkariyên Rêveberiya Xweser ku di demeke zû de gihaştine deriyan derbas be.

Sûcê li dijî mexdûrên Sûriyeyî yên li bakur rojavayê Sûriyeyê hatiye kirin, bi fermanên dewleta Tirk bûn.

Bi wê re komên girêdayî wê alîkariyên Rêveberiya Xweser pêşwaz nekirin û ragihandina Desteyên Parastina Sivîl a ji bo pêdiviya bi wan alîkariyan paşguh kirin.”

MSD’ê guhertina demografiya herêmê piştî erehejê jî şermezar kir û got:

“Em bi tundî van siyasetên guhartina demografîk ku dewleta Tirk li dijî kurdên li bakurê rojavayê Sûriyeyê pêk tînin, şermezar dikin.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û zextê bike ku Kurd ji cihên xwe yên resen neyên koçberkirin ku heta niha zêdeyî ji sedî 70 koçber bûne..

Em hişyariyê jî dikin ku dewleta Tirk bi fînansekirina navnetewî bi taybet alîkariyên hin dewletan ji bo erdhejê veqetandine, gundên nû li erdên welatiyên Kurd ava dike.”

MSD’ê her wiha anî ziman ku desthilata Şamê jî karesat li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî yên teng bi kar anî û însiyatîfên nîştimanî yên hundirîn ên alîkarîdayîna mexdûran red kirin.

MSD’ê bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk kir ku hevgirtî bin û mekanîzmeyên aktîf ji bo çavdêriya gihandina alîkariyan bikar bînin.

Back to top button