ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK ŞÛNWARÊN GUNDÊ SENARÊ YÊ ŞIYÊ TALAN DIKIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên dûrî mirovahiyê li Efrînê didomînin.
Li gel revandina sivîlan û xwestina fidyeyê, xirakirin û talankirina şûnwaran jî careke din derdikeve pêş.

Bi armanca tunekirina nasnameya Efrînê, çeteyên dagirkeriya Tirk dest bi kolandina gireke dîrokî kir.

Hat zanîn ku Girê Cirnaz ê li gundê Senarê yê navçeya Şiyê, di van rojan de ji aliyê çeteyan ve tê hilweşandin.

Hêjayî bîrxistinê ye, ji dema dagirkirina Efrînê ve, bêtirî 500 gor li gundê Senarê hatiye rûxandin.

Her wiha ziyaretxaneya bi navê Elî Dede yê heman gundî hat rûxandin û li şûna wê baregehek leşkerî tê avakirin.

BÊTIRÎ 12 SIVÎL JI GUNDÊN ÇOLAQA Û EBÛDANÊ YÊN BILBILÊ HATIN REVANDIN

Di çarçoveyeke din de, çeteyên dagirkeriya Tirk bi ser gundên Çolaqa û Ebûdanê yên Bilbilê de girt.

Di encamê de jî herî kêm 12 sivîl hatin revandin, lê tenê navên heftan ketin dest:

– Ferîd Reşo Henan
– Sabrî Îbiş Mihemed
– Xebat Henan
– Ebdo Henan
– Alan Elî Ibrahîm
– Mihemed Elî Ibrahîm
– Şêrwan Ehmed Ibrahîm

Leave a Reply

Back to top button