Dewleta Îranê siyasetmedarê Kurd Ahmedî bi dar ve kir

Siyasetmedarê Kurd û Çalakvan Serkut Ahmedî yê 29 salî ku du sal bûn di Girtîgeha Kirmanşanê de girtî bû, ji aliyê dewleta Îranê ve hat bidarvekirin.

Serkut, endamê berê yê Partiya Kedkarên Şoreşger a Kurdistanê bû.

Meha Çileyê ya sala 2021’ê ku hewil da derbasê Ewropayê bibe, hêzên dewleta Îranê ew girtin û di bin çavdêriyê Wezareta Îstixbarata Îranê ya Kirmanşanê de da ber lêpirsînê.

Piştre ji aliyê daraza Îranê ve, bi sûcbariya ku Hasan Malakî kuştiye, biryara bidarvekirinê lê hat birîn.

Serkut Ahmedî ku du sal bûn di Girtîgeha Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê de bû, hat zanîn ku vê sibehê ji aliyê dewleta Îranê ve bi dizî hatiye bidarvekirin.

Back to top button