Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê û navçeya Berwarî ya Sêrtê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxistin.
Di çalakiyan de kontrayek û 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got:
18’ê Tîrmehê gerîla li dijî wesayîta ku alavên leşkerî ji Girê Kelebe û Qereqola Dûrê ya navçeya Şemîzanan a Colemêrgê re dibir çalakiya sabotajê li dar xist.
Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî bi temamî hate rûxandin, kontrayê ku di wesayîtê de bû hat kuştin.
Gerîlayên YJA-Starê di çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ,19’ê Tebeaxê li dijî konvoya artêşa dewleta tirk a dagirker ku li ser rêya Çemê Karê û gundê Osyan yê navçeya Berwarî ya Sêrtê derketibûn çalakiyek sabotajê li dar xist.
Di çalakiyê de wesayîteke dijmin hate rûxandin û 4 leşker hatin kuştin.