HRE: LI EZAZÊ LEŞKEREKÎ TIRK HAT KUŞTIN Û 3 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Leşkerekî din ê Dewleta Tirk li ser axa Ezazê hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Ev encama çalakiyên hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk e.

Hêzên Rizgariyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, di encama 2 çalakiyên bi bandor û şerê bi çekên giran û navîn, roja 18 Tebxê leşkerekî Dewleta Tirk hat kuştin û 3 jî li Ezazê birîndar bûn.

Di daxuyaniya xwe de, Hêzên rizgariyê topbarana Dewleta Tirk û çeteyên wê li ser gundên navçeyên Şêra û Şêrawa bibîr dixe û dide zanîn, bargehêm ku wan aramnc girtine, ji bo topbarana herêmên mijara gotinê dihatin bikaranîn..

Di dawiyê de, Hêzên Rizgariya teqez kir ku, wê çalakiyên wan her li dijî dagirkeriyê dewam bikin..

 

Leave a Reply

Back to top button