Şervanê şehîd ê Hêzên Sotoro Mûnîr Gewriye hat oxirkirin

Li Qamişlo cenazeyê Mûnîr Gewriye bi merasîmekê hat oxirkirin. Şêniyên bajarê Hesekê sersaxî dan malbatê şehîd Dilşêr û Diyar

Her wiha vê sibê pêkhateyên Suryen ên Qamişlo cenazeyê Şehîd Mûnîr Gewriye li goristana Keldan a li taxa Siyahî ya Qamişlo, oxir kirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro Mûnîr Gewriye di encama krîza dil li Qamişlo şehîd bû.

Di merasîma oxirkirinê de, kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza dewamkirina rêya şehîdan dan.

Piştî xwendina wesîqetê, cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan hat veşartin.

Şêniyên Hesekê sersaxî dan malbatên şehîd Dilşêr û Diyar

Şêniyên bajarê Hesekê tevîl konê sersaxiyê ya şehîd Dilşer û Diyar bûn û sersaxî dan malbatên şehîdan.

Konê sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li pêşiya Seken Şebabî ya taxa Neşwê ya bajarê Hesekê hatiye vedan.

Di merasîmê de, Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Idrîs Oso axivî û behsa berxwedan û tekoşîna şehîdan kir.

Dûre Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sebah Mûsa soza şopandina rêya şehîdan da.

Back to top button