Jimara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn 43 hezar derbas kir

Xelkê bakurê Kurdistanê piştî erdheja li Mereşê bitirsin. Di her kêliyê de, bi metirsiya erdhejê re rûbirû ne. Jimara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn 43 hezar derbas kir. Dîmenên mexdurên erdhej û bandora wê yên ji herêmê tên, gotinan bêwate dihêle.

Roj û şev li vir pir zehmet derbas dibin.

Sermaya zivistanê û bêderfetiya li ber kavilên malan.

Xelkê bakurê Kurdistanê piştî erdheja 6’ê Sibatê ya bi pileya 7,8 û 7,6 ya navenda wê Mereşê bû, di rojên zehmet re derbas dibe.

Rayedarên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê bîlançoya dawî ya erdheja 6’ê Sibatê ragihandin.

Li gorî vê, jimara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 43 hezar û 556’an.

Erdhejê bandora xwe li gelek bajarên Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê jî kir.

Piştî erdhejê rewşa navçeya Defne ya Hatay

Hîna bandora vê erdhejê li ser welatiyan heyî 20’ê Sibatê vê carê li Hatayê bi pileya 6,4 û 5,8 du erdhej pêk hatin.

Vê erdhejê bandora erdhejê ya li Hatayê hîn girantir kir.

Ev der navçeya Defne ya Hatayê ye.

Bajarek bêdeng û kavilbûyî.

Dîmenên li herêmê girteyek ji filmên bitirs bibîra mirovan dixe.

Li vir bi serkêşiya HDP û rêxistinên civakî alîkariya mexduran tên kirin.

Xwendekarên zanîngehan û dilxwazên berê xwe dane herêmê bi şev û roj dixebitin.

Ji westandinê û sermayê ber çavê hin dilxwazan reş û şîn bûye.

Li Cadeyê kevir li ser kevir nemaye

Li taxa Armûtlûyê dîsa gelek avahî hilweşiyane.

Avahiyên li ser cade û kolanan ya hilweşiyan e ya jî xesarên giran dîtine.

Ji ber hilweşandinê li cadeyê dîmenên şer tîne ber çavê mirov.

Dîmenên ji jor ve hatine kişnadin vê rastiya metirsîdar hîn zêdetir radixe ber çavan.

Di bin xirbeyan de li bîranên xwe digerin

Hinek welatiyên li ber avahiyên hilweşiyane tên xuyakirin.

Hîna jî di şoka bûyerê de ne.

Welatî ji aliyekî dilê wan bi xem e ji aliyekî ve jî bi telefonên xwe dîmenên dikan û malên xwe digirtin.

Hin welatî dibêjin hre çiqas xetere be jî lê diçin hundirê malên xwe û eşyayên xwe yên saxlem û bi nirx derdixin.

Hin welatî jî di bin kavilan de li bîranînên xwe digerin.

Li vir tişta herî zelal tê xuyakirin, nebûna dewlet û hewildanên wê yên pêçana birînên mexduran e.

Back to top button