Alîkariya li Başûr hatî komkirin, ber bi Bakur û Rojava ve rê ket

Alîkariya ji Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê hetî komkirin, ber bi Bakur û Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ket.

Li seranserê bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê ji aliyê gelek rêxistin û welatiyan ve alîkarî hat komkirin.

Îdareya serbixwe ya Soran jî yek ji wan cihan bû ku bi rojan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî komkirin.

Berpirsê îdareya serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb di daxuyaniyê de axivî û got:

“Alîkarî ya welatiyên her 4 bajarokên îdareya Soran e, ku ji 3 barhilgiran pêk tê.

Alîkariya hatî komkirin bi 8 barhilgirên ku ji 62 ton cil û berg û kel û pelan pêk tê.

Helgurd Şêx Necîb diyar kir ku di kampanyaya alîkariyan de 280 milyon dînarê Iraqê hatiye komkirin û wê bi hemahengiya lîjneyekê ji bo her du beşên Kurdistanê were şandin.

Back to top button