Mîthat Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar serdana Semsûrê kir û got: “Heqîqeta gel piştevanî ye.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re serdana Semsûrê kirin.

Ev çalakî li Komeleyên Çandê ya Elewiyan a Şaxa Semsûrê pêk hat.

Sancar li wir li axivî û destnîşan kir ku ji bilî hevgirtin û yekitiyê tu rêyek wan a din nîne û got:

“Yek ji cihê ku êş û xemek zêde lê heye Semsûr e.

Bi her awayî xema li vî bajarî xwe radixe ber çavan û berpirsê vê hilweşandinê jî îktidar e.

Ji bo ku îktidar ji berpirsiyariya xwe bireve serî li qedexeyan û sergirtina bûyeran dide.

Gelê me ji ber ku li pey heqîqetê ye bi her tiştî dizane û dibîne.

Em dikarin jiyanê bi piştevaniyê xweştir bikin, heqîqeqeta gel piştevanî ye.”

Back to top button