Ji bo piştgiriya aboriya jinan li Tepqayê projeyên çandiniyê hatin destpêkirin

Ji bo piştgiriya aboriya jinan Koordînasyona Jinan a Komîteya Çandinî û Avdanê Tebqayê, projeya hingaran û şitilgehekê dabû destpêkirin.
Hindek maye projeyê temam bibe.

Koordînasyon ji projeyê armanc dike derfetên kar ji jinan re peyda bike..

Ji bo ku serxwebûna aborî ya jinan û rêgeza xwetêrkirinê li herêmê bi giştî pêk were.

Xebatên amadekirina projeyê di 21`ê Çileya borî de li başûrê Tebqayê dest pê kiribûn.

Rûbera giştî ya projeyê 20 donim e.Ji sedî 70`yê projeyê temam bûye.

Erd hatiye ajotin û semad hatiye reşandin.

Her wiha stûnên ronîkirinê hatin bicihkirin û depoyeke avê ku hat avakirin.

Hevseroka Komîteya Çandinî û Avdanê ya Tebqayê Muna El Dalî derbarê mijarê axivî..

Muna diyar kir ku komîteyê ji bo piştgiriya jinan ev proje li dar xistiye ..

Muna da zanîn di salên bê de proje dê were firehkirin ji bo ku pêdiviyên herêmê yên sebzeyan peyda bibe.

Back to top button