Siyasetmedar û rûspiyan girtina deriyên sînor şermezar kirin

Siyasetmedar û rûspiyên Reqa û Dêra Zorê girtina deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûrî re şermezar kirin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yê şaxê Tebqayê Ehmed El Xelef derbarê mijarê de axivî û got:

“Deriyên sînor girîng in. Ji ber wê dewletên komploger ên li dijî Rêveberiya Xweser hewl didin wê tengav bikin.

Helwesta hikumeta Şamê li hember sûcên domdar ên li dijî herêmê şermok e. Heta niha tu daxuyanî nedaye.

Rûspiyê qebîleya El-Welde yê Reqayê Yusif El Esed jî derbarê mijarê de got:

“Ev dorpêç, li ser daxwaza Tirkiyê bi hevkariya Rûsyayê pêk hatiye ji bo ku zirarê bigihînin Rêveberiya Xweser.”

Rûspiyê êla El Bû Xabûr Ednan El Şiblî jî dibêje Rêveberiyê ji roja erdhejê ve alîkarî şandin, lê nehiştin derbas bibe.

Rûspiyê êla El Igêdat Rawî El Derwîş destnîşan kir ku dive mirovahî di ser her tiştî re bê girtin û bê hiştin ku alîkarî derbas bibe.

Back to top button