MIKE POMPEO: DAIŞ LI HIN DEVERAN BI HÊZTIR BÛYE

Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li hin deveran xwe bi hêz kiriye, lê hêza wê ya pêkanîna êrîşan kêm bûye.

Mike Pompeo di hevdîtineke di bernameyeke qenala “CBS” re axivî û got ku DAIŞ’ê li hin deveran hêzeke mezintir ji beriya sê-çar salên berê girtiye.

Pompeo got ku xîlafeta DAIŞ’ê ya ku ragihandibû têkçûye û hebûna wê nemaye û karîna wê ya pêk anîna êrîşan lawaz bûye.

NÛNERÊ ÇÎNÊ YÊ TAYBET JI BO SÛRIYÊ, ŞÎ ŞIYAO:
DIBE DAIŞ HÊZA XWE DÎSA BER HEV BIKE Û VEJÎN BIBE

Nûnerê Çînê yê taybet ji bo Sûriyê, Şî Şiyao jî piştî hevdîtina bi nûnerê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Gear Pedersen, ji çapemeniyê re ragihand ku dibe DAIŞ hêza xwe dîsa ber hev bike û vejîn bibe.

Şî Şiyao destnîşan kir ku divê hêdî çareseriyeke siyasî navbera rêjîma Sûrî û muxalefetê de çêbibe.

INGRIT CRUMP: DAIŞ HÎNA JÎ HEYE, PIŞTGIRYA ME JI BO IRAQÊ WÊ BIDOME

Her wiha Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ingrit Crump kongreyeke çapemeniyê ya hevbeş bi Wezîrê parastina Iraqê Necah El-Şumerî re li Bexdayê pêk anî û got:

Hebûna DAIŞ’ê hê bê dawî nebûye ji bo wê jî alîkariya Berlînê ji Bexdayê bidome.

 

 

Leave a Reply

Back to top button