Li Ukrayna salek ji şer: Aştî wê kengê pêk bê?

Li Ewropa piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn şerê herî demdirêj û dijwar li Ukrayna pêk tê.
Şerê heyî salek xwe tejî kir.
Bersiva pirsên ev şer wê kengê bidawî bibe jî di nava nediyariyê de ye.

Li ser şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de îro salek derbas dibe.

Roj bi roj şer û nakokiyên di navbera herdu welatan de kûrtir dibin.

Piştî şer gelek welatan piştgiriya xwe ya ji bo herdu welatan destnîşan kirin.

Piştî destpêkirina êrişê, Serokê Amerîkayê Joe Biden jî daxuyaniyek da û got,

“Yekane berpirsê mirin û hilweşînên ku ev êriş bi xwere bînin Rûsyaye.

Wê Amerîka li gel hevalbendên xwe bi hevre û bi biryardariyek xurt bersiva van êrişan bidin.

Wê cîhan hesabê ji Rûsyayê bixwaze.”

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin sedema şer, ne Ukrayna, lê hêzên pişt Ukraynayê ku xwestin bêxin di nava NATO’yê de destnîşan kir.

Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî destpêkirina şer ku hêzên Rûsyayê bi lez pêş diket diyar kir ku eger alîkariya wan neyê kirin, wê êrişên Rûsyayê tenê bi Ukraynayê re sînordar nemîne.

Lewma Amerîka û dewletên bihêz ên Ewropa yên weke Brîtanya, Almanya û Fransayê alîkariya madî û leşkerî pêşkêşî Ukrayayê kir.

Li beramber de Çîn, Koreya Bakur, Îranê û dewletên li djiî siyaseta Amerîka bûn piştgirî dan Rûsyayê.

Tevî vê gelek dewletan jî bêalîbûna xwe ragihandin.

Piştî salekê Serokê Amerîkayê Joe Biden ji nîşka ve serdana Ukraynayê kir û soza alîkariyê da Ukraynayê.

Heta niha di vî şerî de 180 heta 200 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin û birîndar kirin.

Bîlançoya leşkerên Ukraynayê jî ne ji vê cudaye.

Bêtirî 5.9 mîlyon welatî koçber bûne û ziyana wêrankariyê jî zêdeitrî 100 milyar dolare.

Vî şerî ji bo cîhanê pirsgirêka aborî çêkir û di warê aborî de bandorî li gelek welatan kir.

Lê, alternatîfa neft û gaza Rûsyayê zû peyda bû û Amerîka jêre pêşengî kir.

Vê jî nîşan da ku Amerîka dixwaze di warê enerjiyê de, xwe bêxe şûna Rûsyayê.

Ji destpêka şerê Ukraynayê ve 20 dewletan û 4 rêxistinên cîhanî alîkarî pêşkêşî Kîevê kirine.

Putin jî di meha Îlonê de bi referandûmekê bajarên Lûhansk, Donetsk, Zaporijya û Xerson’ê ku ji sedî 15 xaka Ukrayna pêk tîne bi ser xaka welat ve girê da.

Ya xuya dike wê ev şer di nava demeke kin de bi dawî nebe.

Back to top button