Rêxistina Efûyê: Nabe di dema krîzan de mafê mirovan were binpêkirin

Piştî erdheja 6’ê Sibatê ya li bakurê Kuridstanê, dimenên binpêkirina mafê mirovan di hedefa Rêxistina Efû ya Navnetewî de bû.
Rêxistinê got: Nabe di dema krîzan de mafê mirovan were binpêkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriye û Tirkiyê yên piştî erdhejên 6’ê Sibatê de rapora amade kirî weşand.

Di rapora ku ji 9 rûpelan pêk tê de hat gotin,

“Di van demên krîzê de mafên mirovan nayên sekinandin.”

Amnesty International di raporta xwe de dibêje ku “mafê jiyanê, parastina li dijî binçavkirinên keyfî, ewlekariya kesane, azadiya ji êşkence û danûstandinên xerab”, “azadiya raman û kombûnê”, di demên krîzê de girîngin.

Di sernavê mafê jiyanê de tê gotin,

“Rayedarên Tirk banga piştevaniya navneteweyî kirin, lê dema ku hat, nebûna koordînasyon, personel û amûran, di nav de maşîneyên giran û teknolojiya pispor a lêgerîn û rizgarkirinê, bersivdayîna jiyanê asteng kir.”

Di çarçoveya azadiya ramanê de hat destnîşankirin ku di du rojên despêkê ên erdheja li bakurê Kurdistanê de, rojnameger jî di nav de bêtirî 90 kes hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin ku hinek ji van kesan tenê bi hincetên nivîs û dimenên wan yên li ser medya civakî hatine binçavkirin.

Di raporê de hat gotin,

“Dewlet mecbûr e ku rêzê li mafê azadiya ramanê bigire, biparêze, piştgirî bike û pêk bîne.”

Êşkenceya li kesên bi îdiaya diziyê hatine binçavkirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe de bal kişand ser binçavkirinên keyfî, êşkence û muameleya xerab a li girtîgehê û got:

“Qedexekirina êşkence û danûstandinên zalimane, nemirovane û biçûkxistinê tund e; tu îstîsna ji vê yekê re tune, di nav de di demên awarte yên neteweyî de.”

Hat diyarkirin ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî vîdeoyên muameleya xerab û êşkenceyê lêkolîn dike û îfadeyên kesên ku rastî vê yekê hatine komkirin didomîne.

Di raporê de hat gotin,

“Li Tirkiyê raporên pêbawer hene ku penaberên Sûriyê dibin hedefa tundiya fîzîkî û destdirêjiya devkî hem ji aliyê sivîlan û hem jî ji aliyê aktorên dewletê ve di êrîşên nîjadperestî an gotinên nefretê de mane.”

Hat diyarkirin ku penaberên Sûrî ji kampên ku ji bo mexdûrên erdheja Tirkiyê hatine avakirin hatin derxistin.

Back to top button