Koreya Bakur 4 moşekên stratejîk ceriband

Koreya Bakur êdî bi awayekî eşkere nişan dide ku ew ji bo karanîna çekên nukleerî amade ye.
Rêveberiya Pyongyangê di çarçoveya nîşandana hêza xwe ya nukleerî de, 4 moşekên stratejîk ceriband.
DYA û Koreya Başûr jî sîmulasyona ‘şerê nukleer’ pêşkêş kirin.

Koreya Bakur di her fersendê de, hêza xwe ya nukleerî nîşan dide.

Rêveberiya Pyongyangê di çarçoveya tetbîqata ku ji bo “nîşandana kapasîteya xwe ya dijêrîşa nukleerî ya li dijî hêzên dijmin” pêk anî de, 4 moşekên stratejîk bikar anî.

Koreya Bakur tetbîqata nîşandana hêza xwe ya nukleerî lidar xist

Li gor nûçeya rojnameya The Guardianê, di tetbîqata ku yekîneya moşekên krûz a stratejîk a artêşa Koreya Bakur tê de beşdar bû de, 4 mûşekên Hwasal-2 yên li rojhilatê nîvgirava Koreyê ber bi deryayê ve hatin avêtin.

Di dema tetbîqatê de yekîneyên din bêyî gulebarana rast li qadên asê mane perwerdehiya fîşekan dan.

Li gorî nûçeya KCNA ya ajansa nûçeyan a Koreya Bakur, moşek bi awayekî serketî li hedefên hatîn diyarkirin ketine.

Koreya Bakur di nava 2022’an de, 37 ceribandinên moşekî pêk anîn.

Ji despêka salê ve jî 3 moşkeên balîstîk bikar anî.

Hewldanên Pyongyangê ji bo zêdekirina aloziya li herêmê rastî berteka civaka navneteweyî bi taybetî Amerîka, Koreya Başûr û Japonyayê hat.

Amerîka û Koreya Başûrê sîmulasyona ‘şerê nukleerî’ pêşkêş kir

Di daxuyaniya hevpar a Washîngton û Seûlê de hate gotin;

“Dema ku mirov li polîtîkaya nukleer a Koreyta Bakur û pêşketina di kapasîteya nukleer de dinihêre, tê dîtin ku senaryoya sîmulasyonê bala xwe dide ser egeriya wê yekê ku Koreya Bakur çekên nukleer bi kar bîne.”

Her du welatan diyar kirin ku ew amade ne, bersivê bidin gefên ‘nukleer’ ên Koreya Bakur.

Şandeya ku leşker, rayedarên wezaretên parastin û karên derve ên her du welatan tê de amade bûn, 22’ê Sibatê sîmulasyon li Pentagonê kirin.

Di heman rojê de li Derya Japonyayê, leşkerên Amerîkî, Koreya Başûr û Japonî tatbîkatek kirin.

Par Koreya Bakur xwe wekî ‘dewleta nukleer’ ragihandibû.

Ji ber vê DYA û tifaqên wê hevkariya leşkerî ya bi Koreya Başûr re zêde kirin.

Back to top button