Li ser goran hêrsa li dijî deshilata Îranê zêde dibe

Deshilata Îranê bi zextê nekariye daxwaza aştiyê ya welatiyan jinav bibe.
Li Beluçistanê ê ciwanê binavê Îbrahîm Rêg yê hatî binçavkirin li navenda polîsan bi êşkencê hate kuştin.
Merasîmên bîranîna xwepêşandêran ya li ser gorên wan jî hêrsa li dijî deshilatê zêde dike.

Li ser serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re 162 roj derbaz bûn.

Tevî kuştin, darvekirin û gefên dewleta Îranê jî nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.

Duh li Goristana Beheştî Mihemed ya li bajarê Sino, bi sedan kes li ser gora xwepêşanderek ji aliyê hêzên Îranê ve kombûn û bîranîn.

Welatiyan li ser gorê bê navber dirûşmeyên dijî desthilata Îranê qêriyan.

Li bajarê Çalus ya dikeve Bakurê Îranê, malbata xwepêşander Emîr Hisên Natrî ku di xwestin di roja dayîkbûna wî de bibîr bînin, rastî astengiya hêzên Îranê hat.

Ji ber astengiya hêzên Îranê, merasîma bîranîn û pîrozkirina roja dayikbûna Emîr Hisên pêknehat.

Li Beluçistanê ciwanek li navenda polîsan bi êşkencê hate kuştin

Doh yek ji xwepêşanderên Beluçistanê ê bi navê Îbrahîm Rêg bi kefalet hatibû berdan û piştre carek din hatibû binçavkirin, li navendek polîsan bi êşkenceyê hate kuştin.

Li Zahîdanê jî gel xwestin piştî nimêja Îniyê carek din dakevin kolanan, lê hêzên Îranê bajêr dorpêç kiribûn û gef li xelkê xwarin.

Hêzên Îranê li nav kolanan digeriyan û raste rast gef li xelkê dixwarin.

Li Îslamşehirê hêzên Besîc bi ser peymangehekê de girtin

Divê çarçoveyê de hêzek Besîc di nav bajarê Îslamşehir de êrişî ser peymangehek fêrbûna ziman kirin û du jinên ciwan binçavkirin.

Malbatên xwendevanan li ber derê peymangehê kombûn û dijî desthilata Îranê nerazîbûna xwe nîşandan.

Tevî hemû gefên dewleta Îranê, nerazîbûn û serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.

Back to top button