Zelensky: Saleke em şer dikin

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky di salvegera 1. a êrişên Rûsya li ser xaka welat de careke din peyama berxwedanê da.
Zelensky got: Îro tam saleke em li ser piyanin û hîna jî em dizanin ji bo paşerojê divê em şer bikin.

Zelensky di peyama xwe ya video de, bi bîr xist ku di axaftina xwe de Rûsyayê şerekî berfireh li dijî Ukraynayê da destpêkirin û got,

“24’ê Sibata 2022an bi vî awayî dest pê kir.

Roja herî dirêj a jiyana me.

Di dîroka me de roja herî dijware.

Em zû şiyar bûn û ji wê demê ve me xew nekir.”

Zelensky: Ji bo paşerojê divê em şer bikin

Zelenskiy îşaret bi wê yekê kir ku wan ala spî hilnedan û dest bi parastina ala Ukraynayê kirin û ev tişt anî ziman:

“Em di roja ewil a şerê mezin de rizgar bûn.

Me nizanibû sibê wê çi bibe, lê me dizanibû ku divê her sibe şer bikin.”

Serokomarê Ukrayna îdia kir ku şerê li welat bûye sedema ku tevahî cîhan bibe yek.

Çawaniya vê yekê jî bi çekên cuda yên bo Ukrayna hatine şandin tê destnîşankirin.

Back to top button