Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar serdana herêmên erdhejê kir û diyar kir ku divê piştevaniya piştî erdhejê derketî holê veguhere rêxistiniyeke mezin û got:
“Heke em pêşî li ber planên xêr-nexwaz negirin, dibe ku hem çand û hem jî nifûsa bajaran bi tevahî biguherînin.”
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, li aliyekî tora piştevaniyê birêxistin dike û li aliyê din jî tevî hemû astangiyên dewletê alîkariyê digihîne gundên herî dûr.
Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî di çarçoveya alîkarî û piştevaniyê de bajar bi bajar digerin.
Herî dawî jî Sancar çû serdana mexdûrên erdhejê yên Mereşê.
Sancar, geşedanên dawî lêkolîn kir û li xelkê guhdar kir.
Sancar têkildarî serdana dawî axivî, diyar kir ku li hemû bajaran wêraniyeke mezin çêbûye û got:
“Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Hêj jî pêdiviyên gel nehatine bicihanîn.
Sedema bingehîn a vê wêraniyê, polîtîkayên rantê yên îktîdarê ne.
Îktîdar çiqas hewl bide ku vê veşêre jî hemû kes dibîne.
Mîthat Sancar: Sedema ewqas qûrbaniyan destwerdana dereng e
Sancar diyar kir ku dereng destpêkirina xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hişt ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe û got:
Heger hemû dilxwaz bi lez û bez veguhestina herêmê, dê ewqas kes nemiriba.
Lê yek ji van nehate kirin.
Sancar: Ger em rê li ber xêrnexwazan negirin dê çanda bajarên me biguherînin
Di dewamê de Hevserokên HDP’ê Sancar bal kişand ser polîtîkaya koçberkirin û valakirina herêmê jî û ev tişt got:
“Xebatên li dijî vê polîtîkayê ji bo pêşerojê girîng in.
Gelek kesan nedixwest, lê neçar man ku ji herêmên xwe koçber bibin.
Heger em vê rewşê neşopînin û rê li ber kesên planên xêrnexwaz negirin, dê hem çand û hem jî nifûsa van bajaran biguhere.
“Divê piştevanî veguhere rêxistiniyeke mezin”
Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar anî ziman ji bo pêşîlêgirtina vê, hewcehî bi tora piştevaniyê heye û wiha bi dawî kir.
Divê piştevaniya ku piştî erdhejê derketî holê, veguhere rêxistiniyeke mezin.