
Komeleya Perwerdeyê ya Qamişlo bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuvaya kişikê ji dibistanên navîn û amadehi yên Qamişlo re li dar xist.
Turnuvaya kişikê di çarçoveya çalakiyên werzîşê yên Desteya Perwerde û Fêrkirinê de pêk hat.
Turnuveya xort û jinan li hola kişikê ya li avahiya yekitiyê hat li dar xistin.
20 lîstokven beşdarî turnuvayê bûn û nûnertiya 20 dibistanên navîn û amadehî dikin.
Turnuva li gorî pergala dewrî ya li ser 5 geran dest pê kir.
Piştî xal hatin komkirin, astên yekemîn ji her du beşan hatin diyarkirin û kesên serkeftî ji hêla Komeleya Perwerdeyê ve hatin xelatkirin.
Tê payîn ku di hefteyên pêş de turnuvayên voleybol û hent-bolê jî werin lidarxistin.