Antonio Guterres li hember daxwaza vekirina deriyê Tilkoçer bêdeng e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo vekirina deriyê Til Koçer ji sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres re peyamek şand

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di 14′ê Sibatê de peyamek radestî Komseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê kir ku ew jî radestî sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres‏ ‏bike.

Di peyamê de hate gotin divê deriyên sînor ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji herêmên ji ber erdhejê wêran bûne, werin vekirin, bi taybet deriyê Til Koçer .

Li gorî hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya Herêma Cizîrê Rîhan Omer, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê tu bersiv li ser peyama xwe ya ji sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres‏ wernegirtine.

Bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji 2020′an ve û bi vetoya Rûsya û Çînê deriyê Til Koçer hate girtin.

Li kêleka wê jî Rûsya û Çînê îsrar kir ku deriyê Bab El Hewa yê di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê de li Idlibê vekirî bimîne.

Li pêşiya “UN” a Qamişlo Rêveberiya Xweser daxuyanî da

Back to top button