Dîwarên bendava Navçeya Qilebana Şirnexê derizye û vê jî fikarên hilweşînê çêkirine. Deshilata Tirk jî dibêje ‘xeterî tune.
Di sala 2009’an de li navçeya Qileban a Şirnexê li ser çemê Hêzil 2 û li ser çemê Robosik jî 5 bendav hatibûn çêkirin.
Bi çêkirina bendavan re gelek cureyên riwekan û ajalan ji holê rabûn.
Çêkirina bendavan ku wêrankirina ekolojîyê bi xwe re anîn, niha jî li ser jiyana mirovan xeteriye..
2 sal beriya niha jî hatibû îddiakirin ku ji ber diwarên bendavan bi betonên erzan hatine çêkirin, ji dîwarên bendavên li gundê Kiror, Bilîh, Robozik û Şiwêt hatine çêkirin, av tê.
Şeniyên gundên derdora bendavan bifikarin û niha jiyana 4 hezar kesên li herêmê di xetereyê de ye.
Wezareta Daristanê ya deshilata Tirk şûna ku van metirsiyan li ber çavan bigre, dibêjê; ”xeterî tune ye.”