Jinên li Rojhilat û Îranê bi zorê lixwekirina kefiyê red dikin

Tevî kuştin, darvekirin û gefên dewleta Îranê jî serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Duh li Beluçistan û Zahîdanê dewleta Îranê rê li xwepêşandan û nerazîbûna girtin. Tevî hemû zextan jî xwepêşandan pêk hat û dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat perzkirin.

Roj, hefte û meh derbas bûn…

Xwepêşandanên bo serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” despê kirî li welat dewamin.

Tevî kuştin, darvekirin û gefên dewleta Îranê jî nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.

Piştî kuştina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî ya 16’ê Îlonê, ev 163 rojin li welat serhildan heye.

Ev serhildan bi rêbazên cuda dewam dike.

Hîn ji destpêka serhildanê ve jinan li kolan û cihên giştî bi rakirina kefiyê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Piştre rejima Îranê gef li xwediyên cihên kar û şufêrên taksiyan û dikandaran kirin daku jinên bêy kefî pêşwazî nekin.

Li Beluçistan û Zahîdanê xwepêşandan hatin lidarxistin

Duh li bajarê Zahîdanê yê Sîstan û Belûçistanê piştî nimêja înê careke din xwepêşandan pêk hat û dewleta Îranê înternet qût kir.

Hêzên Îranê hewl dan bikevin nava mizgeftê, lê welatiyan rê li wan girtin.

Melayê mizgefta Mekke Ebdulhemî Îsmaîl Zahî bang li desthilatê kir got; “Li şûna girtina xelkê, rê bidin xelk biryara çarenûs û sîstema siyasî ya welat bidin.”

Li gorî daxuyaniyên çalakvanên Beluç, nîşangirên dewleta Îranê li ser avahiyên bilind yên derdora mizgeftê hatine bicihkirin.

Her wiha kesên derdora mizgeftê jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.

Ji bo astengkirina xwepêşandanan, li Zahîdanê helîkopterên Pasdarên Îranê digeriyan û înternet jî hatibû qutkirin.

Tevî hemû zextan, li Beluçistanê xwepêşandan hate lidarxistin, dijî desthilatê bê navber dirûşme hatin qêrîn.

Li gorî dîmenên ji aliyê Kampanya Çalakvanên Belûç ve hatine parvekirin, di xwepêşana li Zahîdan a Sîstan-Belûçistanê de dirûşmeya, ‘Mirin ji bo dîktator’ dihate berzkirin.

Back to top button