TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir

Tevgera Jinên Azad TJA, bi dirûşmeya “Piştgiriya jinê dide jiyîn” deklarasyona 8’ê Adarê ji raya giştî re aşkera kir. TJA bal kişand ser bername û çalakiyên 8’ê Adarê û got:”Bi jinan re dê hemû civak azad bibe”. Her wiha Mezinkirina berxwedanê yek ji xalên bernameyê ye.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dek larasyona xwe ragihand.

Bi dirûşmeya “Piştgiriya jinê dide jiyîn” deklarasyon hat eşkere kirin ..

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît,
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyên Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê,

Meclîsa Dayikên Aştiyê, MED-DER1 û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: Jinên berxwedêr ên sala 1910’an li hember desthilatên faşîst ên serdestiya mêran, 8’ê Adarê ji dîroka têkoşînê re kirin mîrate ..

Wan jinan ev têkoşîn gihand roja îro.

Wek mîlada serhildana li dijî zilma bi hezaran salan, em her 8’ê Adarê li hemû qadên jiyanê, têkoşîna xwe didomînin.

Wek TJA, bilindkirina vî dengî ku îro li tevahiya cîhanê wek ‘Jin, jiyan, azadî’ derdikev, erka me ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di erdhejê de dûrbûna dewletê ya ji çareserkirina pirsgirêkan, girîngiya rêveberiyên herêmî û civaka rêxistinbûyî careke din nîşanî me da.

Sedema yekane ku encamên erdhejê ew qas giran in, rastiya şerê heyî ye.

Bi boneya 8’ê Adarê em careke din bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk û saziyên navneteweyî dikin ku ji vî şerî re bibêjin ‘Bes e’.

Bernameya TJA ya 8ê Adarê ev e:

Çalakiyên navendî yên 8’ê Adarê dê di 1’ê Adarê de li Şirnexê dest pê bikin.

Di navbera 1-8’ê Adarê de li hemû herêmên erdhejê bi jinan re piştevaniya xwe bidomînin.

Di 8’ê Adarê de li Êlih, Sêrt, Şirnex, Wan û Mêrdînê meş û daxuyanî dê bên lidarxistin..

Dê li hemû bajarên din bi platformên jinan re daxuyanî û meşên hevpar bên lidarxistin.

Li metropolan plansazî û meşên xweser dê bên kirin.

Wê berxwedan bê mezinkirin ..

TJA: Em ê berxwedana xwe mezin bikin

TJA’yê tekez kir ku li dijî polîtîkayên hilweşandin û tunekirinê yên vê desthilata faşîst, bi felsefeya ‘Piştgiriya jinan jiyan e’ em ê bi hev re jiyana nû ava bikin..

Back to top button