Çalakiya Greva Birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 25’an de dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 25 rojin berdewam e.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 13’an ve hate dewrgirtin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê des pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 13’an Çîdem Uren axivî.

Çîdem Uren di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser komploya navnetewî û got: Beriya 25 salan Rêber Abdullah Ocalan bi komployekî hate dîlgirtin.

Dijmin bi vê komployê xwest gelê Kurd qir bike û Rêbertî ji me dûr bixe, lê Rêber APO hertim di dilê me de ye.

Dibe ku di aliyê fîzîkî de ne li gel me be, lê di aliyê îdeolojî gel me ye.

Emê heta azadiya Rêber Ocelan di nava çalakiyan de bin.

Ji bo wê jî em bang li gelê Kurd dikin ku pêwîste divê pêvajoyên de bi erk û berpirsyatiyên xwe rabin.

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Back to top button