“Ger ekîbên rizgarkirinê zû bihata wê kes nemiriba”

Bi erdhejê re bi hezaran kes di bin kavilan de man û bi hezaran kes jî ji derve bi hêviyên xwe di bin barên mezin de man. Welatiyên Semsûrê jî, ji ber deren-gmayîna alîkariyê gilîyên xwe dikin û dibêjin, me di erdhejê de dewlet ne dît.

Piştî erdhêja navenda wê Mereş bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran avahî hilweşiyan.

Yek ji van cihan jî gundê Mihaciran a navçeya Wêranşar a Meletiyê bû.

Gundê Mihaciran ku 330 malbat e di erdhêjê de hemû hilweşiya.

Rayedaran piştî 10 rojan şûnde bi helîkopteran ji hewayê ve gofret avêtin gund.

Cerdevanek diyar kir ku tu alîkarî nehatiye gundê wan û got: Destpêkê HDP hat alîkariya me.

Cenderme piştre hatine gund û xwestine ku ewil cerdevan çekên xwe ji bin kavilan derxînin.

Jina bi navê Nursel Bazu anî ziman ku li derve berf, li hundir erdhej e û wiha anî ziman:

Dewlet 10 roj şûnde niha hat cihê erdhejê.

Em perîşan bûn. Kes nehat alîkariya me.

“Dewlet tune ye, me dewlet di erdhejê de nedît”

Welatiyên Semsûrê jî ji ber derengmayîna alîkariyê gilîyên xwe dikin.

Li ser kavilan qêrîna dayikan, zarokan qut nedibû û ev gilî li ser devê hemûyan bû.

Diya 3 zarokan Rabîa Yalçin ji xaniyê xwe yê bûye kavil dûr nakeve û kon li wir vedide.

Rabîa Yalçin da zanîn ku dewlet tune ye û got: Me di erdhejê de dewlet nedît. Bi rojan em li kuçeyan tenê û pêxwas bûn.

Ji îro şûnde wê çawa bibe em nizanin. Em her tiştî jiyan.

Vê erdhejê bi xwe re birînên kûr vekir. Girtina wê gelek zehmet e.

“Ez bê kes mam, alîkariyê dixwazim”

Li gundên İslahiyeyê jî di rojên destpêkê de alikariyek nehatiyr kirin û komên rizgarkirinê piştî 2-3 rojan derbasî gundan bûne.

Hîna jî gundên Islahiye bi avahiyên hilweşiyayî tijî ne.

Yeter Genç a 80 salî ku 50 sal in li gundê Şarkoyê maye jî yek ji wan kesan e.

Niha bi tena serê xwe di kon de dimîne.

Yeter ku gelek nexweşiyên wê hene hê jî di bin bandora erdhêjê de ye.

Ew di roja erdhêjê de li mala xwe tenê bûye û di wê kêliyê de bi alikariya ciranekî ji mala xwe ya hilweşyayî hatiye rizgarkirin.

Yeter dibêje, ez hê jî neçûme şîna xizmên xwe û min cenazeyê wan nedît.

Ez li mal bi tenê dimînim û tu kes nema ku bê alîkariya min.

Ez bêkes mam, alîkariyê dixwazim.

Back to top button