MSDʹê bi partiyên li Dêrazorê re civiya

MSDʹê bi nûnertiyên partiyan ên Dêrazorê re civiya û di civînê de rola partiyan di civakê de hate nîşqaşkirin.

Civîn li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma Sebha Kîlo hat lidarxistin.

Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên Dêrazorê tevlî bûn ..

Endamê MSDʹê Enes El Merfûi di civînê de axivî ..

Enes El Merfûi anî ziman ku herêma Dêrazorê bi sedên salan di aliyê siyasî, bîrdozî, aborî û civakî de hatibû paşguhkirin û got:

“Rola partiyan di geşkirina demokrasiyê de bingehîn e.

Divê partî û saziyên civaka sivîl bi rêya perwerdeyê civakê pêş bixin..

Her wiha eşîran bigirin nav xwe da ku xebata li Dêrazorê tê kirin dûrî rêgezên eşîrtî û etnîkî be.

Her wiha divê karên wan ji bo pêşxistina projeya neteweya demokratîk bin.”

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anî ziman.

Back to top button