Di alîkariya mirovî ya erdhejê de komîn rola bi sereke radibin

Komînan roleke girîng di pêngava “Bi hev re ji bo mirovahiyê” de ji bo komkirina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê re list.

Rêveberiya Xweser 9’ê Sibatê bi duruşma Bi hev re ji bo mirovahiyê” pêngaveke alîkariyê ji bo mexdurên erdhejê da destpêkirin.

Di çarçoveya vê pêngavê de 118komînên Heskê ji 19 taxên Hesekê belavbûn û ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî komkirin.

Têkildarî mijarê, hevserokê komîna taxa Til Hecer a li aliyê bakurê Hesekê Ebdulsemed Îso got:

“Komînan di piştgiriya pengava “Bi hev re ji bo mirovahiyê” de hevkarî kir.

Ji erka me bû em şêniyan li ser beşdariya vê hemleyê hişyar bikin.

Me alîkarî bi rêya komînên li taxên bajêr kir û me konê komkirina alîkariyan li taxa Til Hecerê danî da ku alîkariyên bişînin herêmên erdhejê.”

Îso wiha domand: “Şêniyên Hesekê li gorî karînên xwe alîkariyên madî ji bo sendoqa alîkariyan kom kir.”

Welatiyê bi navê Kamîran Derwîş ê ji Hesekê jî got: “Divê her kes li gorî dikare alîkariya mexdûrên erdhejê bike.”

Di dawiyê de cîgirê hevserokê Meclisa Navçeya Bakur a li Hesekê Remedan Fetah got emê alîkariyên xwe yên mirovî bidomînin û hate ragihandin ku ev pêngav wê bidome.

Back to top button