“Ger dorpêç bidome dê kerasetek mirovî rû bide”

Hikumeta Şamê gihandina alîkariyan ji taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kampa Şehbayê re asteng dike.
Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser dibêje :
“Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker derbaskirina alîkariyan asteng dikin. “

Meryem El Îbrahîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji saetên destpêkê yên erhejê ve însiyatîf girt ku alîkariyan bişîne..

Lê mixabin tu aliyekî ev madeyên alîkariyê û mirovî pêşwazî nekirin ..

Meryem da zanîn ku hikumeta Şamê ji bilî sotemeniyê tişt pêşwazî nekir.

Rêveberiya Xweser alîkarî ji hemû herêmên wêranbûyî re şandin, ne tenê herêmeke diyar.

Meryem eşkere kir ku armanca Rêveberiya Xweser mirovî ye ..

Ev armanc ji her kesî re eşekre bû, lê hikumeta Şamê vê rewşê ji bo armancên xwe bi kar tîne.

Meryem di dawiyê de hişyarî da û diyar kir ku ger dorpêç wilo bidome taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi karesetekî mirovî re rû bi rû ye.

Back to top button