Heleb-Bê amûr û bi destên xwe kar û xebatên herî dijwar dikin

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi amûrên kevn xebatên sererastkirina binesaziyê didomîne.
Ev yek jî li gel dorpêça hikumeta Şamê ye.
Ev ji bo ku şêniyan ji xetereya hilweşîna avahiyan xilas bikin ku av derbasî bingehên wê dibin.

22’yê Çileya borî, li kolana Marûf a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê avahiyeke hilweşiya ku 7 malbat tê de bi cih bûbûn.

Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî lêpirsînên Hêzên Asayîşê ava li bin avahiyê kom bûbû, sedema sereke ya hilweşandinê ye.

Piştî erdheja 6’ê Sibatê li gorî daneya herî dawî ya şaredariyê, hejmara avahiyên zirar dîtine gihaşt 400 avahiyan.

Bi vê hejmara zêde re û li gel telefbûna torên kanalîzasyonê û avê yên kevn, Şaredariya Gel a taxê kar dimeşîne ..

Serokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Caro got:

“Ruxmî derfetên kêm, lê me xebatên xwe ji bo pêşxistina binesaziyê ranewestandin.

Çi ji destê me bê em ê xizmeta gel bikin..”

Back to top button