Heleb-Rojane firin dixebitin û nan ji 200 hezar kesî re dabîn dikin

Ji ber erdhejê gelek avahiyan xisar dît û hin firinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê jî zirar dîtin.
Lê ew firin ruxmî zirarê rojane dixebitin û nan ji 200 hezar kesî re dabîn dikin.

Li gorî Meclisa Aborî ya Civakî ya Helebê ku çavdêriya firinan dike, ji 7 firinan 4 heban zirar ji ber erdhejê dîtin.

Di avahiyê firinan de xisar di stûnan de eşkere ne, lewma gefan li jiyana karkerên dixwe ku hejmara wan 70 ye.

Hevserokê Meclisa Aboriya Civakî ya Helebê Selah Ehmed Tirkî derbarê vê yekê axivî..

Selah Ehmed diyar kir ku wan komeke endazyaran şandiye firinên xisardîtî da ku xetereya piştî erdhejê binirxînin.

Bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber erdheja dawî li derve xew dikin ..

Heke biryar ji bo sekinandina wan firinan bê dayîn, dê azarên şêniyan zêdetir bike û nan kêm be.”

Têkildarî dorpêça hikumeta Şamê ya li dijî her du taxan Tirkî got:

“Dorpêçê ji me re gelek astengî derxistin, wekî astengiya derbaskirina mazot û ard ji bo firinan.”

Back to top button