Bekir Hac Îsa: Erdhej rastiya her kesî derxist holê

Siyasetmedar Bekir Hec Îsa anî ziman ku erdhej derfeteke nû ji bo dewleta Tirk da ku plana xwe yên guhertina demografîk temam bike. 

Hevserokê Meclisa Têkiliyên Siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa dibêje :

“Erdheja ku li herêmê rû da, gelek xalên nezelal ji me re diyar kirin .

Endamên Rêxistina Xêrxwaziyê ya Barzanî wêne bi çeteyan re kişandin.

Qeter amadekariyên xwe ji bo avakirina mêtîngehên nû dike .

Demografiya bajarê Efrînê tê guhertin û hêzên navneteweyî jî bêdeng in.

Bi navê alîkariyên mirovî destekê didin çeteyan.

Lê ya ku cihê mixabiniyê ye ew e kesên ku îdiaya kurdîtiyê dikin van planan rewa nîşan didin”.

Bekir Hec Îsa bang li şêniyên li herêmê dagirkirî kir ku ji planên dewleta Tirk hişyar bin û li hemberê bisekinin.

Back to top button