KONGRA STAR: DEWLETA TIRK LI KURDISTANÊ SIYASETA QIRKIRINÊ DIMEŞÎNE

Koordînasyona Kongreya Star nerazîbûn nîşanî dagirkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin.
Koordînasyonê got:
Derbeya 19’ê Tebexê têkçûna hikumeta Erdogan dide xuyakirin, divê hêzên demokrasî û aşitiyê li dijî faşîzma dagirkeriya desthilatdar hêza xwe bikin yek û li dijî qirkirina siyasî derbikevin.

 

Koordînasyona Kongra Star têkildarî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikumeta AKP’ê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyona Kongra Star di daxuyaniya xwe de wiha got;

Li bajarê Amed, Wan û Mêrdînê êrîşkariya faşîzma dewleta Tirk li ser gelê Kurd, demokrasî û aşîtîxwazan bi awayekî hovane pêk tê.

Hikumeta AKP’ê bi awayekî hovene êrîşî dayîk û aştiyê dike.

Koordînasyonê diyar kir ku dewleta tirk ne tenê êrîşî Bakûr Kurdistanê dike û wiha anî ziman:

Ji aliyekî ve gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe, sivîlan dike armanca guleyên xwer.

Li Başûrê Kurdistanê jî bi awayekî bê navber gundan bombebaran dikin, her wiha qirkirina civakî jî li ser gel pêk tînin.

Ev binpêkirin dewleta tirk li Kurdistanê zihniyet û sîstema hikumeta AKP’ê îfade dike.

 

KONGRA STAR: DERBEYA 19’Ê TEBAXÊ, TÊKÇÛNA ERDOGAN NÎŞAN DIDE

Koordînasyona Kongra Star destnîşan kir ku Hikumeta Erdogan destkeftiyên kurdan tehmul nake û wiha domand:

Dewleta tirk her tim destkefriyên kurdan dike armanc, ji bo wê jî beriya ku bikeve û têkbiçe, çi ji destê wan tê hemû êrîşên xwe yên dijwar û hovane li ser demokrasî û aşitiyê pêk tîne.

Ev çend roj in li ser vîna gelê Bakurê kurdistanê bombeyên gazê û panzeran bi kar tînin.

Ev yek tê wateya tunekirina vîna gel, biloka demokrasiyê li Tirkiyê îfade dike.

Erkdarkirina qayûman û girtina serokên şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê dij-demokrasiyê ye.

Koordînasyona Kongra Star nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Divê em li dengê dîrokê xwedî derkevin.

Dengê aştî, azadî, rêxistinkirin û avakirina yekîtiya gelan ji her demî zêdetir bilintir û xurtir bikin.

Leave a Reply

Back to top button