45 Koçber li peravên Îtaliya di deryayê de xeniqîn

45 koçber ku di nava wan de pitikekî çend mehî heye li peravên Îtaliya jiyana xwe ji dest dan.

Îro, dîsa li ser koçberiyê û mirina li ser vê rê, nûçeyek hat parvekirin.

Li gorî agahiyan, di keştiyeke ku di navbera 150 heta 250 kes tê de bûn, li peravên bajarê Kirotonî yê Îtaliya ji ber pêlên deryayê yên xurt noqî avê bû.

Eşkere bû ku cenazeyê 45 koçberan û di nava wan de bitikeke çend mehî heye hatin derxistin.

Li ser destwerdana tîmên rizgariyê yên peravên Îtaliya, 81 kes jî hatine rizgarkirin.

Li gorî ajansa AGI, ji hêza keştiyê zêdetir koçber lê hatine kirin û lewma ew bûye 2 parçe û noqî avê bûye..

Li gorî berpirsekî Îtalî, koçberên di keştiyê de ji Efganistan, Pakistan û Somalê ne ku ji Tirkiyê ber bi Îtaliya ve derketine.

Back to top button