KESKÎN: DIVÊ DEWLET BANGAWAZIYA OCALAN ESAS BIGIRE

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê Eren Keskîn, bilêv kir ku divê dewlet Tirk guh bide banga Ocalan ku gotibû “ji bo çareseriyê amade me” û got:
Ji bo Tirkiye aram bibe, tekane rê pêşxistina polîtîkayên aştiyane ye.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn, diyar kir ku daxuyaniyên Ocalan girîng in û divê dewlet van daxuyaniyan esas bigire û got:

Sedema şerê li herêmê polîtîkayên neçareserkirinê yên aqlê dewletê ne.

Ji bo wê jî gotinên Ocalan ên ji bo aştiyê pir girîng in .

Keskîn, destnîşan kir ku ji bo gelê kurd Ocalan kesekî girîng e û lewra divê dewlet jî guh bide bangawaziyên Ocalan û wiha anî ziman:

Em hemû bi çavên xwe dibînin bê ka di demîn dawî de nîjadperestî çi qas zêde bûye. Lewra divê em hemû li ser polîtîkayên aştiyane bixebitin.

Ji bo Tirkiye aram bibe, tekane rê pêşvexistina polîtîkayên aştiyane ye.

Her wiha Keskîn, diyar kir ku li Tirkiyê ger pirsgirêka kurd bê çareserkirin wê ev yek bi xwe re gelek pirsgirêkên din jî çareser bike.

PÊKHATEYÊN LI TIRKIYÊ: GUH BIDIN OCALAN

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Daxwaza sereke û demildest a gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê aştiyeke birûmet e, divê her kes ji bo jiyanek bi rûmet têbikoşe.

 

Leave a Reply

Back to top button