Hêzên Asayîşê li Hesekê 2 bazirganên madeyên hişbir girtin

Hêzên Ewlkariya Hundirîn li bajarê Hesekê 2 kesên ku bazirganniya madeyên hişber dikirin, girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di çarçoveya rêze şopandina dosyayên madeyên hişbir de, hêzên me 2 kes li bajarê Hesekê girtin.”

Navendê diyar kir ku piştî komkirina delîl û belgeyên ku tevlîbûna van kesan piştrast dike hatin temamkirin, ev kes hatin girtin.

bi van kesan re 201 G madeya hişbir a bi cura krîstiyal hatiye dîtin.

Ji bo ku li gorî rêgez û yasayan werin cezakirin, ji bo Dozgeriya Giştî hatin şandin.

Back to top button