Serhildana ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kir, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi biryardarî dewam dike.
Jin, ciwan û hemû ferdên civaka Rojhilat û Îran rojane di nava çalakiyan de û banga azadiya xwe dikin.
Hate ragihandin tevî zextên dewleta Îranê li dijî xwepêşandêran,
lê gel dadikevin qadan û bi şêweyên cuda çalakiyên xwe didomînin.
Duh li gelek bajaran gel daketibûn qadan û bi dirûşmeyan agir pêxistin.
Xwepêşandêran li ser dîwaran nivîsên li dijî dewletê nivîsandin.
Xwepêşandêran diyar kiribûn eger hikûmet neyê hilweşandin dê her li dijî wê li ser piyan bin.