Funda Bahçe: Ez tim bi tenê me

Ji erdhejê gelek çîrokên bi êş derketin ..Yek ji mexdûrên erdhejê Funda Bahçe ya 21 salî û çîroka xwe parve kir..Funda Bahçe dibêje: “aniyekî min jî tune ye ez ê çi bikim, wê pêşeroja me çawa bibe nizanim?”Karkera demsalî Fehîme Tatbaş jî ji bo zarokên xwe têkoşînê dike.

Bi erdheja li navenda Bazarcixa Mereşê pêk hat re li gel kesên jiyana xwe ji dest dane bi hezaran welatî bi bandor bûn.

Bi erdhejê re xizmên gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Lê çîroka Fudaya 21 salî beriya erdhejê dest pê dike.

Funda Bahçe ji aliyê mêrê pê re dizewice ve tê xapandinê û di 19 saliya xwe de bêyî malbata xwe bi wî re diçe.

Funda bi van gotina behsa çîroka xwe dike: “Min piştî dibistana navîn dest bi kar kir. Ji ber rewşa me ya aborî dest nedida ez ji bo malbatê dibûm alîkar.

Min li wir hevjînê xwe nas kir. Ew 35 salî bû. Min bi ya wî kir û bi wî re çûm.

Piştî hefteya 3’yemîn jî min ji mal derxist.

Ez vegeriyam mala diya xwe lê derî li min nehat vekirin.

Li malê jî tundiya li ser min berdewam dikir. Êdî her tim jiyana min wisa bû . Ez tim bi tenê mam.”

Funda Bahçe: Wê pêşeroja me çibe

Funda ji bo malbata xwe bibîne careke din dikeve nava hewldanan. Dibihîse ku malbata wê çûye Edeneyê.

Wê şevê jî erdhej çêdibe. Piştî erdhejê xwe digihîne Semsûrê û dibîne ku avahiya wê xesarek mezin girtiye.

Funda Bahçe piştî erdhejê bi tenê di konekî ku Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ava kiriye de dimîne.

Funda dibêje ez nizanim wê çi bibe, ez ê çi bikim? Jiyana min serûbin bû.

Karkera demsalî Fehîme Semsûrê têkoşînê terk nake

Karkera demsalî Fehîme Tatbaş çîroka xwe heye ..

Fehîme Tatbaş li bajarê Semsûrê ku hatiye dinê mezin bûye bi du zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide ..

Fehîme got: Em karkerên demsalî ne. Cil û berg tune ne. Ped tune ye. Em cilan dişon li xwe dikin.

Wekê din tiştekî me tune. Em kartonan kom dikin û xwe pê germ dikin.”

Fehîmeyê herî dawî ji bo hemû mexdurên erdhêjê banga alîkariyê kir.

Medîne Babur: Rewşa me her diçe zehmet dibe

Gundê Mihaciran ku di erdhêjê de zerareke mezin dî wek herêmên din hilweşînek mezin lê çêbû.

Medîne Babur a li gund dîmîne diyar kir ku ji ber kon nedane wan di konê ku berê sewal têde diman de dimînin.

Keda me ya 20 salan çû. Dema erdhêj çêbû me bi zor xwe avêt derve

Rewşa me her diçe zehmet dibe.

Hewcedariya me bi av û kon heye. Em dixwazin ekîbên tenduristiyê bên. Bila dengê me bibîhizin.”

Back to top button