ŞÊNIYÊN BAKUR Û ROJHIKATÊ SÛRÎ 3 ŞEHÎDÊN XWE OXIRKIRIN

Li Qamişlo, Girê Spî û Tebqayê merasîmên şehîdan hebûn. Bi sedan şêniyên her sê bajaran 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmên cuda li goristanên şehîdan oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Musbah El-Xelef 18’ê Tebaxê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ya bi wesayîta bombebarkirî li bajarê Qamişlo şehîd bû, oxirkirin.

 

Li girê Spî jî Şervanê Yekîneyên Antî-Teror Mihemed Ehmed bi nasnav Zîr Sikeriyê 18’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Bi dehan şêniyên Girê Spî piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Mehmûd Tûmê ve ketin rê.

 

Li Tebqayê jî merasîmên şehîdan hebû.

Şervanê QSD’ê Mahîr Seyid El-Şerad bi nasnav Mahîr Tebqa di encama nexweşiyê de şehîd bû, bi dehan şêniyên bajar şehîd ber bi Goristana Şehîdan ve oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button