Fermandarê Ukrayna serdana Bahmutê kir

Fermandarê Hêzên Bejahî yê Ukrayna ji bo hêzdayîna leşkeran serdana Bahmutê kir.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî dibêje, aştî wê bi rizgarkirina herêma Krimê re pêk were.

Li Ukrayna şer di sala xwe ya yekem de ye.

Şerê dijwar û rewşa heyî êdî hêza leşkeran kêm dike.

Fermandarê Hêzên Bejayî yên Ukraynayê Orgeneral Oleksandr Syrsky dawiya hefteyê serdana Bahmutê ya di bin dorpêçê de ye kir.

Di serdanaê de bi leşkerên ku bajar û gundên derdorê diparêzin re axivî.

Sererkaniya Ukraynayê di daxuyaniya xwe ya telegramê de wiha got:

“General Oleksandr Syrsky serdana bajarê Bahmutê kir, li raveyên fermandaran ên derbarê mijarên lezgîn de guhdarî kir û ji wan re alikariya plana çareseriyê kir, her wiha moralê leşkeran bilind kir.”

Ajansa Reutersê jî bi nûçeya xwe ya bi lêkolînerên leşkerî pêk amade kirî de, dibêje ev yek dibe ku nîaşneyek ya di nava rojên pêş de hêzên Ukrayn leşkeran bişîne herêmê ye.

Artêşa Rûsya di kontrolkirina Bahmutê de zoriyê dibîne

Nifûsa Bahmutê derdora 70 hezarî bû.

Piştî şer niha li herêmê tenê 5 hezar mane.

Tevî ewqas êrişên dijwar jî artêşa Rûsya nekarî bajar kontrol bike.

Biryara parastina hêzên Ukrayna rê li ber serketina Serokê Rûsya Vladimir Putin ya di salvegera yekemîn a şerê li Ukraynayê de girt.

Piştî ku grûpa leşkerî ya taybet a Rûsî Wagner îdia kir ku gundê Berkhivka yê nêzîkî navenda bajêr kontrol kiriye, hêzên Ukraynayê dest bi zincîre êrîşên dijber kirin.

Ev êriş hêzên Rûsî neçar kir ku paşde bikişin.

Zekensky: Bi girtina Kirmimê emê careke din aştiyê pêk tînin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku bi vegerandina Kirimê ji bin kontrola Rûsyayê wê şatî pêk were.

Zelensky têkildarî kontrolkirina Rûsya ji Kirimê ya berî 9 salan li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand.

Zelensky got,

“Êrîşa Rûsyayê 9 sal berê ji Kirimê dest pê kir.

Em ê bi vegerandina Kirimê aştiyê vegerînin.

Ev der axa me ye. Gelê me.

Em ê ala Ukraynayê vegerînin her quncikê Ukraynayê.

Kirim dê azad bibe.”

Ji Riyadê bo Kîevê 400 mîlyon dolar alîkarî

Di vê navberê de, Zelensky bi Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî Faysal bin Ferhan re hevdîtin kir.

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak li ser medyaya civakî ragihand ku Erebistana Siûdî wê 400 mîlyon dolar alîkariya Ukraynayê bike.

Back to top button