Li Meletiyê bi pileya 5.6 erdhejek pêk hat

Li Meletî ya bakurê Kurdistanê careke din erdhej pêk hat.
Ji ber erdheja bi pileya 5.6, kesekî jiyana xwe ji dest da û 22 avahî hilweşiyan.

Li Kurdistanê meha Sibatê bi erdhejê derbas dibe.

Hîna birînên erdheja navenda wê Mereşê nehatîn pêçan vê carê li Meletiyê erdhej pêk hat.

Ji ber erdhejê avahî hilweşiyan.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku bi dema herêmî saet di 12:04’an de pêk hatiye.

Erdhej bi 6.96 kîlometreyî li binê erdê pêk hat.

Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasatxaneya Kandîllî jî diyar kir ku mezinahiya erdhejê 5.6 pile bû.

Bajarên li derdorê jî bi erdhejê hesiyan.

Ji ber erdhejê kesekî jiyana xwe ji dest da, 65 kes jî birîndar bûn.

Bandora erdhejê bû sedema 22 avahî jî hilweşin.

Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn 44 hezar derbas kir

Li gorî daneyên dawî, di erdhejê de heta niha jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn 44 hezar û 374 e.

Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma

Bi derbasbûna rojê re êdî wêraniya erdheja 6’ê Sibatê ya navenda xwe li Mereşê bû hîn zêdetir xuya dike.

Di encama erdhejê de li Semsûrê derdora 30 hezar û 521 avahî êdî kesek nema dikare tê de bihewe.

Molozên bajar li rex rûbaran tên xalîkirin û girên mezin çêbûne.

Piştî rakirina kavilan, li bajar tozeke zêde çêdibe û xetereyeke mezin li ser tenduristiya gel çêdike.

Li Semsûrê herî zêde avahî li navenda bajar hilweşiyan.

Piştî erdhejê xetera penceşêrê!

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên bajar jî ewrên tozê yên piştî rakirina kavilan li bajar derdikevin in.

Di heman demê de di serî de absest, gelek gazên rê li ber penceşêrê vedikin ên weke radonê jî tev li hewayê dibin.

Dema ev hewa demekî dirêj tê kişandin jî rê li ber penceşêra pişikê vedike.

Bêhelwestiya rejîma deshilat ya li pêşberî mexdurên erdhejê bi çalakiyên cuda tê şermezarkirin.

Alîgirên tîma Beşîktaş (BJK) ji bo zarokên mexduran bi hezaran leyîstok avêtin stadyoma fotbolê.

Back to top button