Saziyên dewletê alîkarî firotine mexdurên erdhejê

Saziyên dewletê yên Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan bi serê wan sond dixwar çawa çadir û xarin firotine saziyanên alîkariyê derket holê. Serokê Komeleya AHBAP’ê Levent, ragihand ku Kizilayê xurek jî firotiye wan.
Dema ev yek hate protestokirin jî nêzî 200 kes hatin binçavkirin.

Hemwextî rewşa kembax ya heyî, helwesta û temaşkirina rejîma deshilat ya ji bo erdhejê jî careke din derket pêş.

Saziyên dewletê yên Serokomarê AKP’î Recep Tayyip Erdogan bi serê wan sond dixwar, çadir firotine xêrxwazan.

Levent: Me ji AFAD’ê çadir kirîn û dan gel

Serokê Komeleya AHBAP’ê bû mevanê bernameyek Fox Tv.

Levent ê pirsên têkildarî konên ku Kizilayê firotina komeleya wan bersivandin, ragihand ku Kizilayê xurek jî firotine wan.

Levent: Me ji kizilayê 2 hezar û 50 kon kirîn

Levent têkildarî konan wiha axivî:

“Me ji konên ku me kirîn 2050 ji Kizilayê kirin.

Me roja duyemîn kon nedîtin.

Em bi çend hevalên xwe re bi şev derdikevin.

Min wê demê kon nedîtin, kon tune ne.

Hevalan li ser malperên înternetê dîtine ku Kizilay konan difiroşe, Odeya dermansazan jî kirî ye.

Ev ji bo ku îxracatê hatine çêkirin ji bo şert û mercên navneteweyî guncav in.

Tê zanîn ku Kizilay konan difiroşe.

Lê wê kêliyê ez vê qet nafikirim, mirov diqerisin.

Ez nefikirîm ku Kizilay e an.

Me bi 19 hezaran kirîn konên Kizilayê yên bi 20 hezaran.

Ji bilî KDV û barkêşiyê.”

‘Divê qanûnên nû bên çêkirin’

Li ser gotina Karagoz a “Qet nebe bila KDV nebûya” Levent wiha got:

“Di nava saziyên dewletê de ev nabe.

Me ji Fransayê balafir kirî, min ji bo stopajê 200 Euro dan dewletê.

Divê têkildarî van qanûneke nû bê çêkirin.”

Li ser pirsa Karagoz a “Kizilayê xurek firote we?”

Levent ev bersiv da: “Me xurek kirî.”

Piştî bihîstina van agahiyna li Stenbolê xwepêşandanek pêk hat.

Bi biryara rejîma faşîst nêzî 200 xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Back to top button