Berfa zêde jiyana li Kalîforniyayê zehmet kiriye

Li rojavayê eyaleta Kalîforniyayê, barana zêde û barîna berfê bandoreke neyînî li jiyanê kiriye.

Di nûçeyên di medyaya Amerîkayê de hat ragihandin ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê yên li eyaletê zêdeyî 126 hezar mal bê ceyran mane.

Ji ber barana zêde li hin deverên bajarê Los Angelesê lehî rabûye.

Ji 20 milyonî zêdetir kes ji ber bahoza dijwar hatin hişyarkirin.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku bahoza berfê ya li herêmên bilind ên başûrê Kalîforniyayê dest pê kir, wê ber bi rojhilatê welêt va biçe.

Rayedaran agahî parve kirin ku li cihên bilind ên eyaletê ji ber “berfa zêde û cemedê” hin rê li trafîkê hatine girtin.

Meteorologan hişyarî da ku dê ji îro pê ve bahoza li herêmê ber bi Arîzona, Teksas, Oklahoma û Kansasê ve wê biçe.

Tê payîn ku heman pêla bagerê ji niha û pê ve li deverên bakurê Kalîforniyayê bi bandor be.

Back to top button