Tirkiye wê 9’ê Adarê bi Swêd û Fînlandiya re bicive

Swêd ya bi sirare ku derbasî NATO bibe, serê xwe li ber daxwazên rejîma Tirkiyê ditewîne.
Piştî daxuyaniya Rêxistina Ewlekariya Navxweyî ya Swêdê bo çalakiyên gelê Kurd yên li welat ji Tirkiyê peyamên nermkirinê hat.
Rejîma Enqerê ragihand ku wê 9’ê Adarê ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiya li ser maseyê rûnin.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglû ragihand ku piştî şewitandina Qur’anê wan hevdîtinên endamtiya li gel Swêd û Fînlandiya dabûn rawestandin.

Mevlût Çavûşoglû li Enqereyê di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Wezîrê Karên Derve û Bazirganiya yê Macaristanê Peter Szijjarto re civîneke çapemeniyê lidar xist.

Çavûşoglû got,

“Civîna Sêyemîn a Daîmî ya Mekanîzmaya Hevbeş wê di 9’ê Adarê da bê lidarxistin.

Bila her kes bibîne ku Swêd wezîfeyên xwe yên di warên daîmî da bi cih neanîne.

Bi taybetî.

Me jê re got ‘erê’.”

Çavûşoglû diyar kir ku mekanîzmaya ku behsa wê tê kirin ne muzakere ye û got;

Ev mekanîzma ne ji bo endamtiya her du welatan e, lê ji bo ku bibînin û fêm bikin ka mekanîzmaya ku bi Swêd û Fînlandiyayê re hatiye îmzekirin pêk hatiye yan na.

Wezîrê Tirk careke din diyar kir ku Swêdê heta niha li gorî daxwazên wan tevgerek tam nekiriye.

Stoltenberg: Armanca me heta tîrmehê welatên nû bikin endam e

Beriya niha Sekreterê Giştî yê NATO Jans Stoltenberg jî beriya niha gotibû,

Armanca heta Tîrmehê beşdarbûna Swêd û Fînlandiya ya bo NATO ye.

Civîna NATO wê 11-12’ê Tîrmehê li Lîtvanya pêk were.

Swêd û Fînlandiya 18’ê Gulana 2022’an dest ji polîtîkayên xwe yên bêalîtiyê berdan û serlêdana endamtiya NATO kirin.

Ji bo ku Fînlandiya û Swêd bibin endam, erêkirina 30 welatên di nava NATOyê de pêwîst e.

Ji derveyî Tirkiyê, yekane welatê ku erêkirina parlementoyê nedaye endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê, Macarîstan e.

Bûdapestê peyam dabû ku dengdana li parlamentoya Macarîstanê dikare di nîvê duyemîn a Adarê de were kirin.

Sapo ya Swêdê li gorî dilê Tirkiyê tev digere

Rêxistina Ewlekariya Navxweyî ya Swêdê Säpo, derbarê çalakiyên gelê kurd yên li wî welatî de daxuyaniyek da.

Alîkarê Serokê Rêxistinê îdia kir ku PKK li Swêdê piştgiriyê dide çalakiyên terorê.

Ev yek jî nîşan da ku Swêd û Tirkiye li ser mijara gelê Kurd heta astekê li hev kirine.

Back to top button