Dewleta Tirk amadekariya avakirina mêtîngehekê din li Efrînê dike

Avakirina mêtingehan û li wan bicihkirina malbatên çeteyan armanc jê guhertina demografiya Efrîn e. Birîna daran û firotina wan wekî êzing li bazaran ew jî bi armanca guhertina demografiya Efrîn e. Zextên ku piştî erdhejê li ser Efrîniyan tên kirin da malên xwe biterkînin, mixabin ew jî bi armanca guhertina demografiya Efrîn e. Hovîtî li Efrînê didome û tu alî deng ji xwe nayne.

Ji roja dagirkirina Efrînê û heya niha, sûc û hovîtî ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li hember welatiyan û xwezaya Efrînê didome.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku Meclisa Xwecihî ya girêdayî dewleta Tirk biryar da ku mêtingeheke nû li gundê Qere Tepe were avakirin.

Hate diyarkirin, 170 kon li gundê navborî hatiye vedan û malbatên çeteyan li wir hatine bicihkirin.

Çeteyan li Efrînê 500 darên zeytûnan birîn

Li aliyekî din, çeteyên Ceyş Elşerqiye 500 darên zeytûnan birîn.

Tora Çalakvanên Efrînê da zanîn ku 200 dar li gundê Firêriya û 300 jî li gundê Sendîyanka yên navçeya Cindirêsê hatin birîn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo tiştekî girêdayî Efrîniyan nehêlin û demografiya Efrînê bigherînin van kiryarên hov pêk tînin.

Li Efrînê alîkariya ji bo mexduran tenê li malbatên çeteyan tê belavkirin

Her wiha Efrîn POST ragihand ku Rêxistina GOAL ya Tirkî ku derbasî navçeya Cindirêsê bûye, alîkarî li malbatên çeteyan balavkiriye, lê yên Kurd paşguh kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji roja erdhejê ve alîkarî tên belavkirin, lê welatiyên Kurd bê par tên hiştin.

Back to top button