HPG: Artêşa Tirk 35 qadên gerîla bi çekên fosfor topbaran kir

HPG’ê ragihand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker bi bombeyên fosforê êrişî Qadên Berxwedanê yên gerîla kir û gerîla jî ji bo xweparastinê bersivê dane êrişan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyekê belav kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayin:

“Artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêma Zapê, dehan carî bi bombeyên fosforê êrişî Qadên Berxwedanê yên gerîla kir.

Qadên ku hêzên me lê ne 84 caran bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.

Her wiha qadên berxwedanê 35 caran jî bi topên ji madeya fosforê hatin bombekirin.”

Gêrîla jî ji bo xweparastinê li du qadan neçar man ku bersivê bidin êrişan.”

Back to top button