NUQTEYÊN ”ÇAVDÊRIYÊ” ÊN TIRKIYÊ BÛNE JÊDERA KIRÎZA IDLIBÊ

Di qada Idlibê de gelek pêşketinên bilez rû didin.
Bi pêşketinên rejîmê re, netenê herêm tên kontrolkirin, lê belê nuqteyên dagirkeriya Tirk jî hem tên armancgirtin û hem jî tên dorpêçkirin.
Dibe ku ev nuqteyên dewleta Tirk bibin sedema şerekî navdewletî li herêmê.
Tirkiyê bi rêya avakirina nuqteyên xwe ên qaşo ”Çavdêriyê” dixwaze herêmê dagir bike.
Ev jî Rejîma Sûriyê û Rûsyayê aciz dike. Gelo ev nuqte li ku derê belav dibin? Em bi hev re temaş bikin.

Di encamê danûstandinên Astanayê de, ku di Îlona sala 2017an de hatin lidarxistin, Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser herêmeke ”Bêçek” li Sûriyê li hev kir.

Bi vê yekê û di Cotmeha 2017`an de dewleta Tirk dest bi avakirina nuqteyên qaşo ”çavdêriyê” kir.

Hejmara van nuqteyan 12 ne li gundewarên Heleb, Idlib, Hema û Lazîqiye belav dibin.

Rewşa bajarê Idlibê ber bi nakokiyek zêdetir ve diçe.

Li gorî çavdêran dibe ku şerek di navbera Tirkiyê û Rejîma Sûriyê û Rûsyayê de ji ber israra Tirkiyê li ser nuqteyên çavdêriyê, rû bide.

Nîşana vê yekê jî armancgirtina rejîmê beriya du rojan ji karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk re.

Ji xwe ev armancgirtin bi hevkariya Rûsyayê pêk hat, ku wê bi xwe tekez kir ku di şerê Idlibê de ew beşdar e.

Şer niha nêz herêmên ku nuqteyên Tirkiyê lê hene bi taybet ”Murik” dibe.

Duh jî dewleta Tirk gefên tund li rejîma Sûrî xwarin û hişyarî da ku ji bo nuqteyên wê divê rejîm bi agir nelîze.

Çavdêr jî li ser wê yekê tekez dikin, ku nuqteyên dewleta Tirk êdî bûne bela serê wê..

 

 

Leave a Reply

Back to top button