
Li Welatê Nêlson Mandêla bi durişma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, li cîhanê aştî û istiqrarʹʹ, konferansa ji bo Azadiya Rêber Ocalan îro li bajarê Cape Town ê Afrîkaya Başûr dest pê kir. Di konfransê de, li ser giringiya fikrên Ocalan ji bo çarserkirinan pirsgirêka rojhilata navîn û bi taybet pirsgirêka Kurd hat nîqaşkirin.
Li Welatê Nêlson Mandêla bi durişma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, li cîhanê aştî û istiqrarʹʹ, konferansa ji bo Azadiya Rêber Ocalan îro li bajarê Cape Town ê Afrîkaya Başûr dest pê kir.
Konferans di pêşengtiya Koma Kar a Kurd ya Mafê Mirovan û bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê tê lidarxistin.
Nûnerên partiyên siyasî, sendîqeyên karkeran ên Afrîkyaya Başûr, ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mezlûm Dînc, şandeyeke ji Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdarî konferansê bûn.
Gelek aliyên siyasî, Parlementer, Hiquqnasên Cîhanî û Afrîka Başûr jî di konferansê de amade ne.
Di kofransê de li ser du mijaran nîqaş tê kirin.
Ya yekemîn, Fikrên Ocalan û Netewa Demokratîk.
Ya duyemîn jî, Girtîgeha Îmralî û hucreya yekkesî.
Di konfransê de ji aliyê beşdaran ve gelek axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de behsa têkoşîna Rêber Ocalan ya ji bo doza kurd hat kirin û hat diyarkirin ku divê Ocalan di zûtirîn dem de were berdan.
Her wiha di vê mijarê de, bal hat kişandin ser giringiya kordîneya di navbera gelê Kurd û gelên Afrîkayê de û hat gotin ku di navbera têkoşîna Ocalan û Mandêlla de gelek tiştên hevpar ku dişibin hev hene.
Di axaftinan de behsa komploya navnetewî û têkoşîna Ocalan a li dijî komployê hat kirin û hat diyarkirin ku Ocalan vê têkoşînê ji bo tevahî gelan dide meşandin.
Konferans wê 2 rojan li bajarê Cape Town dewam bikee.