Li Qamişlo ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişloyê bi meşekê diyar kirin ku ew ê têkoşînê xurt bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişloyê, meşek hat lidarxistin.

Meş ji pêşiya dermanxaneya Deham a taxa Kornîş dest pê kir û li ber peykerê Karkeran veguherî mîtîngê.

Li wir endama Desteya Ciwan û Werzîşê Besma Hesen Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên navneteweyî li hemberî binpêkirinên li dijî Rêbertî û girtiyên din bêdeng in û got: “Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û avakirina Kurdistaneke azad wê dewam bike û geştir bibe.”

Back to top button